Li Agiriyê, di serayên ku bi ava termal têne germ kirin da her demsalê bacan tên hilberandin
Ağrı
Li Diyadîna navçeya Agiriyê, di şert û mercên zivistanê yên dijwar da ku germahiya hewayê digihêje di binê sifirê da 25 pileyan, bi saya kaniyên jeotermal bacan tên hilberandin û tevî bazarên navxweyî, ji bo welatên Ewropayê tên şandin.
Herêma Pîşesaziya Organîze ya Pispor a Çandiniyê ya Seraya Jeotermal Diyadînê ku kargêriya wê di destê Îdareya Taybet a Parêzgeha Agiriyê da ye, xebat berdewam in.
Li navçeya Diyadînê ya ku xwedî giringtirîn çavkaniyên jeotermal ên herêmê ye, di 2 serayan da ku ji bo germkirinê çavkaniyên jeotermal tên bikaranîn, tevahiya salê bacan tên hilberandin.
Li bajêr di şert û mercên zivistanê yên dijwar da ku germahiya hewayê digihêje di binê sifirê da 25 pileyan, karker gurşiyên bacanan ên ku di binê serayan da digihêjin, didin hev. Bacanên ku tên hilberandin, tevî bazarên navxweyî, ji bo welatên Ewropayê tên hinardekirin.
Waliyê Agiriyê Onder Bozkurt, Qaymeqamê Navçeya Diyadînê Furkan Korkusuz û Rêveberê Çandinî û Daristanan ê Parêzgehê Mehmet Huseyinoglu li serayên ku lê hilberîna bacanan tê kirin, geriyan.
Walî Bozkurt ji rayedaran derbarê xebatên berdewam da agahî wergirt, ji rojnamevanan ra diyar kir ku li navçeyê gelekî giring e ku bi saya bikaranîna çavkaniyên jeotermal bacan tên hilberandin.
Bozkurt destnîşan kir ku hilberîna di serayan da berdewam e û got, "Mezinahiya giştî ya vê herêmê 1300 dekar e. Em plan dikin ku li ser 850 dekar ji vî erdî hilberînê bikin. Niha li ser 40 dekarê ji vî 850 deqarî hilberîn berdewam e û tenê ev 40 dekar xwedî hilberîna salane ya 1200 tonî ye."
