Li Adiyemanê berhevkirina hinarên ku hilberîna wan li ser qadeke 19 hezar û 250 dekarî tê kirin, dest pê kir

Adıyaman
Li Adiyemanê berhevkirina hinarên ku darên wan li ser qadeke 19 hezar û 250 dekarî hatine danîn, dest pê kir.
Waliyê Adiyemanê Osman Varol li navçeya Samsatê beşdarî berhevkirina hinaran bû û ji rojnamegeran ra diyar kir, ew li bendê ne ku ji darên hinaran ên ser 19 hezar û 250 dekarî 50 ton hinar were.
Varol diyar kir, karkerên çandiniyê şeveqa sibehê dest bi jêkirin û berhevkirina hinaran dikin, paşê pakêt dikin û seba firotinê amade dikin.
Varol wiha xeberda:
"Hinar ji bo bajarê me meyweyeke girîng e. Em di warê meyweyan da pêşketî ne. Di salên dawîn da qîmeta hinaran jî zêde bûye. Li bajarê me li ser 19 hezar û 250 dekarî darên hinaran hene. Hemû ji bo îxrackirinê ne. Hinarên Adiyemanê rasterast tên îxrackirin."
Midûrê Çandinî û Daristanan Abdulkadîr Akkan jî diyar kir ku hinarên Adiyemanê ji bo 9 welatan tên îxrackirin.
Akkan ji bo hinaran li ser girîngiya depoyên sar sekinî û wiha dewam kir:
"Bi taybetî Iraq, Almanya, Amerîka, Îspanya û Hollanda di serî da em hinaran îxracî gelek welatên Ewropayê dikin. Tesîra hebûna depoyên sar, li ser hilberînê pir zêde ye. Piştî ku ev tesîs ketin dewrê, hilberîna hinaran gelekî zêde bû."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.