Ankara
Ji meha çileyê pê de tevî dayena alîkariya malbatî, kêmtirîn mehaneya memûran bû 6429 lîre û kêmtirîn mehaneya malnişînên memûriyê jî bû 4289 lîre.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kirin, zemên ji bo wezîfedrên kamûyê û malnişînan diyar bûn.
Zêdebûnên di mafên malî û civakî yên wezîfedarên kamûyê yên sala 2022yan, bi Peymana Komî ya Serdema 6emîn a ku salê 2022 û 2023yan ya derbarê Mafên Malî û Civakî ya ji bo Giştiya Wezîfedarên Kamûyê û Baskên Xizmetê di xwe de digire, diyar bûbû.
Ji meha çileyê pê de di ucret û mehaneyên wezîfedarên kamûyê û malnişînên memûriyê de ji sedî 5 zêdebûn hatibû pêşdîtin. Herwiha di ser de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan mizgîniya zêdebûna ji sedî 2,5 weke îlawe da.
Di heman serdemê de dê di mehaneyên malnişînên SSKê û Bag-Kurê jî de zêdebûneke bi qasî ji sedî 25,47 çêbibe.
Di vê çarçoveyê de kêmtirîn mehaneya memûran ji 4881 lîreyan derket 6429 lîreyan û kêmtrîn mehaneya malnişînên memûriyê jî ji 3276 lîreyan derket 4289 lîreyan.
Di encama van zêdebûnan de ji meha çileya 2022yan pê de ucreta ku hinek wezîfedarên kamûyê tevî alîkariya malbatê bistînin dê wisa be:
Unvan | Derece | Mehaneya wezîfeyê ya net | |
2021 Temmûz | 2022 Çile | ||
Rêveberê Giştî | 1/4 | 16.110 | 21.330 |
Rêveberê Şaxê (Derçûyê Zanîngehê) | 1/4 | 8.493 | 11.188 |
Memûr - (Derçûyê Zanîngehê) | 9/1 | 5.205 | 6.854 |
Mamoste | 1/4 | 6.553 | 8.668 |
Qaymeqam Pola 1.kemîn | 1/4 | 14.792 | 19.510 |
Serkomiser | 3/1 | 8.488 | 11.162 |
Memûrê polis | 8/1 | 7.383 | 9.706 |
Uz. Doktor | 1/4 | 10.093 | 13.312 |
Hemşîre- (Derçûyê Zanîngehê) | 5/1 | 6.349 | 8.351 |
Endezyar | 1/4 | 8.669 | 11.440 |
Teknisyen- (Derçûyê Liseyê) | 11/1 | 5.417 | 7.132 |
Profesor | 1/4 | 13.936 | 18.369 |
Asîstanê Lêkolînê | 7/1 | 8.226 | 10.809 |
Waiz | 1/4 | 6.810 | 9.003 |
Parêzer | 1/4 | 8.277 | 10.934 |
(*) Dayinên weke; dayinên herêmî, ucreta dersa îlawe, ucreta wekaletê, dayina sermayeya dewriye û tezmînata zimanê biyanî ne tê de ye. Dayina alîkariya malbatî û ya zarokan tê de ye. |