Ji Tirkiyeyê ji bo Sûriyeyê şandina xaza siruştî ya ewil dest pê kir

Kilis
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar ragihand ji ser Tirkiyeyê ra ji bo Sûriyeyê şandina xaza siruştî ya ewil dest pê kir.
Bayraktar di merasima vekirina Xeta Xaza Siruştî ya Tirkiye-Sûriyeyê da axivî û got ku xaza siruştî ya ji Azerbeycanê tê û bi Xeta Xaza Siruştî ya Tirkiye-Sûriyeyê ji ser Kilîsê ra dişînin Sûriyeyê wê dest pê bike.
Bayraktar destnîşan kir wê salê 2 milyar mêtrokûp xaza siruştî îxracî Sûriyeyê bikin û bi elektrîka ku li vir tê hilberandin jî wê hewcedariya 5 milyon xaniyî pêk bîne.
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Bayraktar diyar kir li 8 ciyan elektrîk îxracî Sûriyeyê dikin, kapasîteya îxracatê serê ewil ji sedî 25 e û di pey ra wê ev derkeve du qatî.