Aborî

Ji sedî 95ê termînala TurkAkimê hat temamkirin

Ji sedî 95ê xebatên avakirina termînala li Kiyikoya Trakyayê ya TurkAkima xeta boriya xaza ku ew ê ji Rûsyayê were Tirkiyeyê û ji Tirkiyeyê jî here Ewropayê hatin temakirin

Haydar Şahin  | 14.08.2019 - Rojanekırın : 15.08.2019
Ji sedî 95ê termînala TurkAkimê hat temamkirin

Istanbul

Ji sedî 95ê xebatên avakirina termînala li Kiyikoya Trakyayê ya TurkAkima xeta boriya xaza ku ew ê ji Rûsyayê were Tirkiyeyê û ji Tirkiyeyê jî here Ewropayê hatin temakirin.

Di daxuyaniya saziya projeyê ya TurkAkimê da hat diyarkirin ku xebat li gor pîlanê dewam dikin, tê texmînkirin ku di dawiya sala 2019an da xazê ji xetê ra bikişe.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di xebatên ji sedî 95ê wan hatin temamkirin da 100 kes ji herêma projeyê, hezar û 700 kes jî di karên mayîn da hatin îstixdamkirin û wiha hat gotin:

"Termînala TurkAkimê li Kiyikoya bajaroka Trakyayê tê avakirin. Dema tesîs bikeve xizmetê ew ê beriya ku biherike Tirkiyeyê lez, germahî, fişar û naveroka xazê were pîvan. TurkAkim dikare di salê da 31,5 milyar mêtrekup xazê sewq bike. Ev jî tê wê meneyê ku dikare xaza têra 15 milyon malbatî dike sewq bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın