Türkan Tosun
25 Adar 2020•Rojanekirin: 25 Adar 2020
Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bikaranîna kolonya û dezenfektanê zêde ye û ji bo ew zêdetir bên çêkirin di baca gumrikê da verastkirinek hat kirin.
Biryara nû ya wek pêveka Biryara Rejima Îthalatê ya ji hêla Wezareta Bazirganiyê va bê meşandin derket û ew di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gor vê biryarê di nav wan alavên di gumrikê da wê kêm bac ji wan bên sitendin da alkola etîl jî hat nîşandan.
Bi vê bîryarê va baca ji sedî 10 ji alkola etîl dihat stendin hat rakirin.
Alkola etîl di çêkirina kolonya û dezenfektanan da tê bikaranîn.