Aborî

Ji Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di 9 mehan da bihayê 2,6 milyar dolarî zad hat îxrackirin

Adsız Günebakan  | 16.10.2025 - Rojanekırın : 16.10.2025
Ji Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di 9 mehan da bihayê 2,6 milyar dolarî zad hat îxrackirin

Gaziantep

 Endamên Yekîtiya Îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAIB) di 9 mehên ewil ên salê da bi bihayê 2,6 milyar dolar îxracata zad kir.

Li gor daxuyaniya GAIBê îxracata zad, baqliyat, tovên bidon û berhemên jê di 9 mehên ewil ên salê da li gor heman hayama sala borî ji sedî 4,6 zêde bû û derket 2,6 milyar dolarî.

Di îxracata zadên herêmê da bazara Iraqê bi 725,9 milyon dolarî va di rêza ewil da cî girt. Îxracata bo Sûriyeyê jî li gor heman heyama sala borî ji sedî 44,8 zêde bû.

Di daxuyaniyê da cî dan axaftina Celal Kadoogluyê Serokê Yekîtiya Îxracatkarên Zad, Baqliyat, Tovên bidon û Berhemên jê ya Başûrê Rojhilata Anadoluyê.

Kadooglu got ku "Sektora zad di nav îxracata tevahî ya Tirkiyeyê da xwedî para ji sedî 4,5 e. Para herêma me ya di îxracata zad da biqasî ji sedî 30 e û ev jî sitûna aboriya Başûrê Rojhilatê ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın