Iraqê di 12 mehan da ji Tirkiyeyê bihayê 16 milyar dolarî îdxalat kir

Baghdad
Wezîrê Bazirganiya Iraqê Etir Dawud Selman el-Greyrî diyar kir, welatê wî di nava 12 mehên dawî da bihayê 85 milyarî îdxalat kir, di vê serdemê da ji Tirkiyeyê bihayê 16 milyar dolarî îdxalat hat kirin.
Greyrî li paytext Bexdayê di paneleke veberhênanê da xeberda û diyar kir ku li Iraqê di mijara ewlehiya xidayê da pêşketine girîng çêbû.
Greyrî wiha got, "Digel ketin û rabûna piyaseyan, şert û mercên siyasî yên herêmî û navneteweyî stoqeke mezin a Iraqê heye ku ji 8 mehan zêdetir têrê dike. Her wiha ji bo salekê rezerva wan a genim jî heye."
Greyrî destnîşan kir ku reqamên îdxalatê yên Iraqê di 12 mehên dawîn da derket nêzî 85 milyar dolarî, wan ji Tirkiyeyê bihayê 16 milyar dolarî, ji Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî (Îmarat) bihayê 23 milyar dolarî, ji Çînê bihayê 18 milyar dolarî îdxalat kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.