Aborî

Helal Expo 2025 bi qada taybet a "private label"ê va dê di bazirganiyê da derî li firsendên nû veke

Uğur Aslanhan  | 14.10.2025 - Rojanekırın : 15.10.2025
Helal Expo 2025 bi qada taybet a "private label"ê va dê di bazirganiyê da derî li firsendên nû veke

Istanbul

 Helal Expo 2025 bi "Qada Kozmetîk û Hîjyenê ya Private Label"ê va dê firsendên giring pêşkêşî hilberînerên ku şiyana wan a hilberîna taybet heye û her wiha fîrmayên ku dixwazin berhemên xwe yên bi etîketa taybet derxin bazara global, bike.

Li gorî daxuyaniya Konseya Zîrweya Helalê ya Dinyayê, Zîrweya Helal a Dinyayê ya 11emîn dê di 26-29ê Mijdarê da li Navenda Fuarê ya Stenbolê bê lidarxistin ku ekosîstema helal a global tîne cem hev.

Zîrwe di hîmayeya Serokomariyê da û her wiha bi hevkariya Enstîtuya Standard û Metrolojiyê ya Welatên Îslamê (SMIIC) ku saziyeke Teşkîlata Hevkariya Îslamî (THÎ) ye û her wiha di kordînasyona Wezareta Bazirganiyê û Saziya Akredîtasyona Helalê da dê bê lidarxistin. Dîsa di çarçoveya zîrweyê da Helal Expo 2025 jî dê bi rê va biçe.

"Qada Kozmetîk û Hîjyenê ya Private Label" ya ku dê di qada expoyê da bê lidarxistin dê hilberînerên ku şiyana wan a hilberîna taybet heye û her wiha fîrmayên ku dixwazin berhemên xwe yên bi etîketa taybet derxin bazara global, bîne cem hev.

Qada private labelê ya ku dê ji bo peymanên nû firsendan raberî beşdar û ziyaretvanan bike, di heman demê da dê derfeta dîtina ziyaretvanên profesyonel ên bêtirî ji 110 welatî bide.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.