Aborî

Erdên çandiniyê yên li Deşta Mûşê ku boriyên mezin lê hatine danîn wê bigihêje avê

İbrahim Yaldız  | 31.10.2025 - Rojanekırın : 01.11.2025
Erdên çandiniyê yên li Deşta Mûşê ku boriyên mezin lê hatine danîn wê bigihêje avê

Muş

 Erdên çandiniyê wê bi rêya boriyên mezin yên ku di çarçoveya "Projeya Avdana Pompeyî ya Deşta Mûşê" da hatine danîn ku îsal ji hêla Wezareta Çandinî û Daristanê û Midûriyeta Giştî ya Karên Hîdrolîk yên Dewletê va tê meşandin, bi avê werin dabînkirin.

Di çarçoveya "Projeya Avdana Pompeyî ya Deşta Mûşê" da ku ji bo avdana erdên çandiniyê yên li Deşta Mûşê û zêdekirina hilberîna çandiniyê hatibû destpêkirin, xebat berdewam dikin.

Di qonaxa yekem ya projeyê da ku dest bi veguhestina avê ji Çemê Muradê ku ji nêzî gundê Mercimekkaleyê derbas dibe bo deştê kiriye, boriyên pola yên mezin yên bi qûrahiya 3 metre û 20 santîmetre û giraniya 7 tonî li ser rêya 7 kîlometreyî hatin danîn.

Qonaxa yekem ya projeyê ku ji hêla peymankar va bi 150 personel û 70 parçe makîneyan tê meşandin û tê plankirin ku di sala 2027an da biqede, armanc dike ku avê bide 167 hezar donim erdê çandiniyê.

Piştî temamkirina sê qonaxên projeyê 780 hezar donim erdê çandiniyê li Deşta Mûşê wê were avdan.

Waliyê Mûşê Avnî Çakır ji nûçegihanê AAyê ra got ku xebat di çarçoveya projeya ku di sala 2025an da bi beşdariya Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yumakli hate vekirin da bênavber berdewam dike.

Çakir diyar kir ku Deşta Mûşê xwedî nêzîkî 3 milyon û 500 hezar donim erdê çandiniyê ye û got ku dema av li erdên çandiniyê bê dayîn hilberîn wê zêde bibe.

Servet Fıratê Midûrê Şaxa 172yemîn ya Muşê ya Karên Hîdrolîk yên Dewletê, diyar kir ku bi temamkirina sê qonaxan ra 780 hezar donim erd wê bigihêje avê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın