Aborî

ENUYGUNê "Daneyên seyahetê yên Cejna Remezanê" eşkere kir

Kerem Alp Eren Kaya  | 29.03.2024 - Rojanekırın : 31.03.2024
ENUYGUNê "Daneyên seyahetê yên Cejna Remezanê" eşkere kir

Istanbul

 ENUYGUNê daneyên seyahetê yên Cejna Remezanê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya ENUYGUNê dirêjkirina tetîla Cejna Remezanê, bandoreke erênî li sektora geştyariyê kir.

Li gorî daneyan piştî hefteya ku hat ragihandin betlaneya cejnê hatiye dirêjkirin, lêgerîna bilêtên balafiran li gorî hefteya beriya wê ji sedî 67, karên kirêkirina wesayitan ji sedî 76 û rezervasyonên otêlan jî ji sedî 70 zêde bûn.

Bajarê ku herî zêde ji bo wê lêgerîn hat kirin Adana, bi dû wê ra jî Diyarbekir, Gazîentab, Wan û Trabzon hat.

Robotên lêgerînê nîşan didin ku geştyar çûna memleketê xwe hildibijêrin an jî dixwazin geşteke çandî-gastronomî bikin.

Li gorî daneyan rotaya dervayî welêt ya ku herî zêde lêgerîn ji bo wê hat kirin jî Belgrad, Atîna, Baku, Balî û Cîde bû.

- Di cejnê da cihê ku herî zêde rezervasyona otêlan lê hat kirin, Stenbol e

Daneyên rezervasyonê yên ENUYGUNê nîşan dan ku di cejnê da cihê ku herî zêde rezervasyona otêlan lê hat kirin, Stenbol e. Li dû Stenbolê ra Antalya, Adana, Îzmir û Diyarbekir hat.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın