Erhan Cihan Ünal
03 Tebax 2023•Rojanekirin: 03 Tebax 2023
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di meha tîrmehê da di asta mehane da ji sedî 9,49, Endeksa Bihayê Hilberînerên Navxweyî (YÎ-UFE) jî ji sedî 8,23 zêde bû.
Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 47,83, di bihayên hilberînerên navxweyî da jî bû ji sedî 44,50.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha tîrmehê vir va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan tê dîtin ku bihayê xerîdaran ji sedî 57,45 zêde bûye, bihayê hilberînerên navxweyî jî ji sedî 78,51 zêde bûye.
TUFE di tîrmehê da li gor meha çileya pêşîn ya par ji sedî 31,14 û YÎ-UFE jî ji sedî 24,27 zêde bû.
Enflasyona salane di bihayê xerîdaran da bû ji sedî 47, 83, di bihayên hilberînerên navxweyî da jî bû ji sedî 44,50.