Nihat Kavşut
21 Sibat 2020•Rojanekirin: 22 Sibat 2020
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî der barê desteka didin cotkaran da got ku em ê destekên ku cotkar li bendê ne îro eşkere bikin û dest bi dayîna destekan bikin.
Pakdemirlî li Salona Şanoyê ya Şaredariya Melîkgaziyê di Civîna Hevdîtina Sektorên Kayseriyê da der barê sektora çandinî û daristanê da axivî.
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî der barê desteka didin cotkaran da diyar kir ku wê destekên ku cotkar li bendê ne îro eşkere bikin û got ku em ê îro dest bi dayîna destekên ji bona cotkaran bikin.
Bekir Pakdemirlî der heqê destekên ji bona çandiniyê da destnîşan kir bi tevahî wê 2 milyar û 674 milyon lire bê dayîn û wiha axivî: "Ji bona mazot û gubreyê 2 milyar û 334 milyon û 27 hezar û 194 lire, ji bona dexlan 138 milyon lire, ji bona şîr 184 milyon lire, ji bona pêşketina çandiniyê 5,2 milyon lire û ji bona depoyên bilîsans jî 12 milyon lire bê dayîn. Yên ku wê di carekê da bê dayîn 21ê Sibatê piştî saet 18.00an wê dest pê bike."