Aborî

Wezîr Albayrak: Biha û komîsyonên banka distînin hatin verastkirin

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak daxuyand bi verastkirina bihayê kar û komîsyonên bankayan va mesrefên welatiyên me û kesên karên ticaretê dikin pir kêm bû.

Türkan Tosun  | 10.02.2020 - Rojanekırın : 10.02.2020
Wezîr Albayrak: Biha û komîsyonên banka distînin hatin verastkirin

Ankara

 Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak daxuyand bi verastkirina bihayê kar û komîsyonên bankayan va mesrefên welatiyên me û kesên karên ticaretê dikin pir kêm bû.

Albayrak li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê mesref û komîsyonên banka dîstinin û sînordarkirina van mesrefan da daxuyaniyek da.

Wezîr Albayrak got ew diçe li ku derê welatî û karsaz der barê mesref û komîsyonên banka ji wan distînin da gilî û gazinan dikin, ji ber vê Komîteya Îstiqrar û Pêşketinê ya Fînansî (FÎKKO) li ser vê mijarê sekiniye, Bankaya Navendî û BDDKyê biryar dane mesref û komîsyonên bankayan bên kêmkirin.

- "Bankaya Navendî û BDDKyê ji bo vê standardek anîn"

Wezîr Albayrak wiha got: "Ji bo pere û komîsyonên bankayan gilî dihatin kirin. Bankaya Navendî û BDDKyê ji bo vê standardek anîn. Ji bo muşteriyên ticarî hejmara biha, mesref û komîsyonan ji 2 hezar û 400î dakete 51î, ji bo xerîdarên fînansî jî ji 20an dakete 16yan. Bi sînordarkirina biha û komîsyonan va mesrefên welatiyên me û kesên karên ticaretê dikin pir kêm bû."

Der barê pereyên ji bo EFTyê tê stendin da jî Albayrak wiha got: "Mesrefên EFTyê yên di navbera 6 û 850î da diguhere, di navbera 1 û 100 lireyan da hat sînordarkirin. Di her karî da mesref di navbera ji 3 paran parek û ji 6an parek wek rêje hat kêmkirin. Ev komîsyon, mesref û bihayên hatin verastkirin bila ji bo welatiyên me û karsazên me li ser xêrê be. Emê di her gava ku em davêjin da heqê welatiyên xwe biparêzin û mesrefan kêm bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.