Muhammet Kurşun
09 Tebax 2017•Rojanekirin: 10 Tebax 2017
ANKARA
Li dinyayê welatên wek Çîn, Emrîka, Almanya, Hindistan û Spanya ku di enerjiya ba de li pêş in dê bi parastina rêyên koça tebîî, populasyona çûkan û tevdîrên jîngehê veberhênana di vê sektorê de zêdetir bikin. Tê çavnêrîkirin ku tevahiya hêza avakirî ji 487 hezar megawatî sala 2021an derkeve 800 hezar megawatî.
Li gor agahiyên ku peyamnêrê AAyê ji îstatîstîkên Yekîtiya Enerjiya Bayê ya Kureyî berhev kirin, dê 60 hezar megawatê din li kapasîteya hêza avakirî ya enerjiya bayê li dinyayê zêde bibe. Bi vî awayî dê kapasîteya heyî bigihê 546 hezar û 790 megawatî.
Rexne li enerjiya ba tê girtin ku ji bo jîngehê zirar e. Lê dîsa jî dê hilberîna vê enerjiyê bi veberhênan û tevdîrên nû di bazara enerjiya kureyî de zêdetir bibe. Lewra tê gotin ku li gor sotemeniyên fosîl paqijtir û biawantajtir e. Bi taybetî welatên ku di vî warî de pêşeng in, plansaziyê dikin ku guzergaha koça çûkan jî li ber çavan bigirin û xebatan zêdetir bikin.
Li dinyayê welatên wek Çîn, Emrîka, Almanya, Hindistan û Spanya ku di enerjiya ba de li pêş in dê bi parastina rêyên koça tebîî, populasyona çûkan û tevdîrên jîngehê veberhênana di vê sektorê de zêdetir bikin.
Tê çavnêrîkirin ku tevahiya hêza avakirî ji 487 hezar megawatî sala 2021an derkeve 800 hezar megawatî.
Li Tirkiyê jî piştî îhaleya Qadên Çavkaniya Enerjiya Ba a Lixweveger ya hezar megawatî rexne hatin kirin ku dibe sedema kuştina çûkan.
Çîn veberhênana xwe di vê qadê de didomîne û 23 hezar û 370 hezar megawat îlawe kir û gihîşt 168 hezar û 731 megawatî. Di vî warî de lîder e.
Piştî Çînê Emrîka bi zêdekirina 8 hezar û 200 megawatî, bi kapasîteya 82 hezar û 184 megawatî duyem e. Almanya jî bi 50 hezar û 18 megawatî sêyem e.
Hindistan jî bi zêdekirina 3 hezar û 612 megawatî gihîşt 28 hezar û 700 megawatî di rêza çarem de ye. Spanya jî bi 23 hezar megawatî di rêza pêncem de ye.
Tirkiye jî teqrîben xwedî 6 hezar û 500 megawat enerjiya ba ye.