Di sektora tekstîlê ya ku wekî karker ketê da fabirqe ava kir, ji 11 welatan ra berheman dişîne
Muş
Li Mûşê Îsmaîl Gulê 45 salî di piçûktiya xwe da ket sektora tekstîlê, paşê fabirqe ava kir û berhemên ku di fabirqeyê da çêdike, dişîne 11 welatan.
Gul ji bo dîtina kar di 14 saliya xwe da çû Îzmirê, 15 salan di fabirqeyên tekstîlê da wekî karker xebitî.
Gul bi tecrubeya ku di fabirqeyan da qezenc kir va biryar da ku li Mûşê fabirqeya xwe ava bike, di 2022yan da li beldeya Sunguyê bi teşwîqa veberhênanê ya dewletê va xeyalê xwe pêk anî û fabirqeya xwe ava kir.
Gulê bavê du zarokan di fabirqeya xwe da 150 kesî îstixdam dike, berhemên ku li fabirqeyê çêdike, dişîne 11 welatên ku di navê da Almanya, Îngiltere, Fransa, Hollanda, Danimarka û Yunanistan jî hene.
Gul ji nûçegihanê AAyê ra got ku wan qadeke kar a rind ava kir û wiha dewam kir, "Li bajarê me nifûsê ciwanan zêde ye. Em li gorî vê nifûsa ciwan xebatên xwe didomînin. Em ji sedî 60ê berhemên xwe ji Almanya, Îngiltere û Fransayê ra îxrac dikin. Me ji teşwîqên dewletê jî sûd wergirt. Em hewl didin ku ciwanên xwe îstixdam bikin. Em di fabirqeyê da rojê 1300 şalî çêdikin."
Hîvda Aktana ku di fabirqeyê da dixebite jî wiha got, "Bavê min di înşeatê da dixebite, diya min kevaniya malê ye. Ez hem diçim dibistanê hem di fabirqeya tekstîlê da dixebitim. Ez perê xwe ji bo perwerdeya xwe xerc dikim. Salek e ez li vê derê dixebitim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
