"Di çarçoveya alîkariya ji bona heywandaran da 5,1 milyar lire hatiye dayîn"
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî: "Di çarçoveya alîkariya ji bona heywandaran da dawiya meha Gulanê ji 6,6 milyar lireyî jê 5,1 milyar lire hatiye dayîn. Em ê di meha Hezîranê da jî 131 milyon lire alîkariya xwedîkirinê bidin."
Şanlıurfa

Pakdemirlî di merasima vekirina Projeya Avdanê ya Ceylanpinarê ya TÎGEMê da axivî.
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî diyar kir di çarçoveya alîkariya ji bona heywandaran da dawiya meha Gulanê ji 6,6 milyar lireyî jê 5,1 milyar lire hatiye dayîn û got ku em ê di meha Hezîranê da jî 131 milyon lire alîkariya xwedîkirinê bidin.
Bekir Pakdemirlî destnîşan kir ku serlêdanên ji bona alîkariya ferqa dayîna pembû di 30yê Nîsana 2020an da temam bûbû û got ku pêvajoya amadekirina îcmalên alîkariyê didomin, em ê di demeke nêzîk da razînin hesabê cotkaran.