Dlshad Saifaalddin Ahmed
02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
SILÊMANÎ
Hat ragihandin ku Deriyê Sinorî Perwêzxan ê di navbera Herêma Kurdistan û Îranê de vebû.
Berpirsê Deriyê Sînorî Perwêzxan Aram Sayexan der barê mijarê de daxuyanî da peyamnêrê AAyê û diyar kir ku derî ji bû çûnûhatinê re hatiye vekirin.
Aram Sayexan wiha agahî da:
"Îro berpirsên Komara Îslamî Îranê em agahdar kirin ku deriyê sînorî hatiye vekirin. Herwiha danûstendina bazirganî û seredana geştiyaran jî asayî bûye. Deriyê sînorî dê wek berê çalak be."
Piştî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, Îranê 15ê Çiriya Pêşîn deriyên sînorî yên Başmax, Perwêzxan û Hacî Omeran girtin.