Türkan Tosun
08 Adar 2018•Rojanekirin: 08 Adar 2018
ANKARA
Warêla nefta Brentê di piyaseyên navneteweyî da bi 64,39 dolarî tê firotin.
Duh warêla pêtrola brentê bi 65,21 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da derketibû 65,78 dolarî. Îro serê sibê bi 64,47 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.27an pê va 64,39 dolarî tê firotin. Di heman demê da warêlê nefta xam a cureya Teksasa Rojava (WTI) jî bi 61,22 dolarî hat firotin.
Pispor dibêjin ji ber ku Rûsya û Rêxistina Welatên Neftê Îxrac Dikin (OPEC) biryar dan ku hilberîn bê kêmkirin ev hinekî rê li ber digre ku biha zêde kêm nebin.
Îdareya Enformasyona Vejenê ya Amerîkayê (EIA) daxuyand li welêt hefta borî stokên nefta xam a ticarî 2,4 milyon warêl zêde bûye û derketiye 425,9 milyon warêlan.