Bi piştgiriya dewletê tesîsa hingiv ava kir, ji bo 20 kesî derfeta kar çêbû
Van
Halîl Tandoganê ku li Wanê mêşvaniyê dike bi piştgiriya dewletê tesîsa pakêtkirin, şixulandin û depokirina hingiv ava kir û 20 kesî li tesîsa xwe dide xebitandin.
Halîl Tandoganê bavê 4 zarokan ku malbata wî 75 sal berê dest bi mêşvaniyê dike û ew nûnerê nifşa sêyemîn e ji bo ku karê bavikên xwe bi piştgiriya dewletê hê bêtir pêş bixe serî li Bernameya Piştgiriya Veberhênanên Pêşketina Gundewar a Wezareta Çandinî û Daristanê da.
Tandogan piştî ku serîlêdana wî hat qebûlkirin hem piştgiriya avahiyê hem jî piştgiriya makîneyê hilda û li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Wanê li ser qadeke 5 hezar qeremêtroyê ku 2 hezarê wê ya girtî ye tesîsa pakêtkirina hingiv ava kir ku rojane 4 ton hingiv dişuxilîne.
Tandogan hingivê organîk ên ji mêşvanên li herêmê hatine berhevkirin hem wek pêtag hem jî wek palandî pakêt dike û di tesîsa wî da 20 kes dixebitin.
Tandogan bi sîparîşan digel nav welêt ji Amerîka, Almanya û Yêmenê ra jî hingiv dişîne û armanc dike ku tesîsa xwe hê mezintir bike û piştgiriyê bide aborî û îstixdamê.
- "Herêma me wekî navenda hilberîna hingiv e"
Tandogan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got girîng e ku dewlet piştgiriyê bide hilberîneran û diyar kir ku berî teşebûsên xwe lêkolîn kir û hewcehiya herêmê ya bo tesîseke wiha tesbît kir û paşê tesîsa xwe ava kir.
Tandogan axaftina xwe wiha domand:
"Tesîsa me ya pakêtkirinî şixulandin û depokirina hingiv li ser qadeke 2 hezar mêtroyên girtî ye. Li herêma me mînaka tesîseke wiha tune. Me di çarçoveya bernameya Piştgiriya Veberhênanên Pêşketina Gundewar a Wezareta Çandinî û Daristanê da ji sedî 50 hîbeyê va ev tesîs ava kir. Em rojê 2 ton higivê şan, 2 ton jî hingivê palandî pakêt dikin. Herêma me wekî navenda hilberîna hingiv e."
Tandogan diyar kir ku hemû hilberîna xwe bi awayekî paqij û hîjyenîk dikin û wiha axivî:
"Me par ji Almanyayê ra 18 ton hingivê şanê, ji Yêmen û Amerîkayê ra jî hem şanê hingiv hem jî hingivê palandî şand. Daxwaz gelekî zêde ye. Kesên hingivê me dikirin memnûn dimînin, herkes gelekî diecibîne. Hingivê li herêma me tê hilberîn xwedî kalîte û aromeyeke wisa ye ku li dinyayê reqîbê wê tune. Divê bêtir nasandina wê bê kirin. Em hingivê organîk ji analîzê derbas dikin û paşê pakêt dikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
