Aborî

Bexda û Hewlêrê ji bo zêdekirina miqdara îxracata neftê bi rêya Tirkiyeyê li hev kirin

Haydar Şahin  | 17.03.2026 - Rojanekırın : 17.03.2026
Bexda û Hewlêrê ji bo zêdekirina miqdara îxracata neftê bi rêya Tirkiyeyê li hev kirin

Arbil

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî ragihand ku di warê şandina nefta Iraqê ji ser HKIyê ber bi Tirkiyeyê va bi Bexdayê ra li hev kirine.

Barzanî li ser hesabê xwe yê platforma Xa medyaya civakî ya Amerîkayê derbarê îxracata nefta Iraqê ji ser HKIyê ber bi Tirkiyeyê va, daxuyanî, da.

Barzani got, "Bi berçavgirtina şert û mercên awarte yên ku welat pê re rû bi rû ye, û ji bo derbaskirina vê rewşa dijwar, ku berpirsiyariya me hemûyan e, me biryar da ku di zûtirîn demê da rê bidin îxracata neftê ji boriya Herêma Kurdistanê, ji nû va bêdestpêkirin."

Barzani destnîşan kir ku gotûbêjên wan ên bi Bexdayê ra yên li ser mijarên din jî berdewam in û got, "Gotûbêjên me bi Bexdayê ra dê bi armanca rakirina bilez a qedexeyên li ser îdxalat û bazirganiya herêmê (HKI) û dabînkirina garantiyên pêwîst ji bo şirketên neft û xazê da ku hilberînê di jîngeheke ewle da bidomînin, berdewam in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın