Balafirgeha Prof. Dr. Azîz Sancar a Mêrdînê di tebaxê da xizmet da 75 hezar û 53 rêwiyan

Mardin
Balafirgeha Prof. Dr. Azîz Sancar a Mêrdînê di meha tebaxê da xizmet da 75 hezar û 53 rêwiyan.
Li gorî daxuyaniya balafirgehê, Midûriya Giştî ya Dezgeha Meydanên Hewayê ya Dewletê (DHMÎ) ya Wezareta Veguhastin û Binesaziyê daneyên meha borî weşand.
Li gorî vê, hatin û çûyîna seferên li navwelêt ya Balafirgeha Prof. Dr. Azîz Sancar a Mêrdînê di meha tebaxê da bû 75 hezar û 53.
Meha borî hejmara balafirên ku seferên li navwelêt dikin jî li balafirgehê wek 450 hat qeydkirin.
Trafîka bar (kargo, poste û baxaj) di meha tebaxê da bi tevahî bû 758 ton.
Di heşt mehên ewil ên vê salê da, trafîka rêwiyan bû 540 hezar û 378, ya balafiran bû 3 hezar û 310 û ya bar jî bû 5 hezar û155 ton.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.