AJetê ji Stenbolê ber bi Beyrûtê va sefer dan destpêkirin
Istanbul
AJetê ji Balafirgeha Sabiha Gokçena Stenbolê ber bi Beyrûta paytexta Libnanê va sefer dan destpêkirin.
Li gorî daxuyaniya ji şirketê, AJetê ji Stenbolê ber bi Beyrûta paytexta Libnanê ku yek ji bajarên mezin ên Rojhilata Navîn e, dest bi geştên rasterast kir.
Yekem geşta rasterast ji Balafirgeha Sabiha Gokçen ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya Refîq Herîrî ya Beyrûtê va îro hat kirin.
Geştê bi qasî saetek û 45 deqîqeyan ajot. Balafir li Balafirgeha Navneteweyî ya Refîq Herîrî ya Beyrûtê bi merasimê hat pêşwazîkirin. Rêveberiya astbilind a AJetê di merasimê da amade bû.
AJeta ku berê geştên ji Enqere û Edeneyê ber bi Beyrûtê va dikirin, niha dê her rojên hefteyê geştên dualî di navbera Stenbolê û Beyrûtê da bike.
Bi vê xeta nû ya ber bi Beyrûtê va ku bajarekî bi dîroka xwe ya kûr, pêkhateya xwe ya pirçandî û pirdînî ya dewlemend balê dikişîne, AJetê tora xwe ya firînê li Ewropa, Rojhilata Navîn, Asyaya Navîn û Afrîkaya Bakur berfireh dike.
Ev xeta nû dê qebareya geştiyarî û bazirganiyê ya di navbera Tirkiye û Libnanê da pêş bixe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
