Önder Beyter
21 Sibat 2019•Rojanekirin: 23 Sibat 2019
MUŞ
Hat ragihandin, Şîrketa Anonîm a Pîşesaziya Hilberîna Şekir a Mûşê di sezona kampanyaya 2018-2019an da wekî beramberî silqê ku ji cotkaran stand, 70 milyon lire pere da cotkaran.
Midûrê Giştî yê Şîrketa Anonîm a Pîşesaziya Hilberîna Şekir Hakîm Gundogdu di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku wekî şîrket, wan di sezona 2018-2019an da ji hilberîneran 300 hezar û 471 ton silq stand.
Gundogdu diyar kir, wekî beramberî berhemê wergirtî, wan jî 70 milyon lire pere razand hesabên hilberînerên silqan û wiha dewam kir:
"Ji bo ajotina silqan me dest pê kir û em bi hilberîneran ra peymanê îmze dikin. Ji bo serdema kampanyaya 2019-2020î hedefa me ya hilberînê 370 hezar ton e. Em pêşbînî dikin ku wekî beramberî 370 hezar ton silqê ku em ê ji cotkaran werbigirin, em ê 100 milyon lire pere bidin hilberîneran. Wate, ev yek hem di berjewendiya aboriya parêzgehê da ye û hem jî di ya aboriya welêt da ye."