Aborî

100 fîrmayên Başûrê Rojhilatê yên ku herî zêde îxracat kirin dê bên xelatkirin

Yekîtiyên Îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bi merasimekê dê xelatê bidin 100 fîrmayên ku par herî zêde îxracat kirin.

Elif Orhan  | 05.09.2019 - Rojanekırın : 08.09.2019
100 fîrmayên Başûrê Rojhilatê yên ku herî zêde îxracat kirin dê bên xelatkirin

Gaziantep

Yekîtiyên Îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAÎB) bi merasimekê dê xelatê bidin 100 fîrmayên ku par herî zêde îxracat kirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku jî GAÎBê hat dayîn ji fîrmayên endamê yekîtiyê yên ku par ji bo 190 welatî bi bihayê 8,5 milyar dolarî îxracat kirin ji bo 100 fîrmayên ku herî zêde îxracat kirin dê di 13ê îlonê da "Merasima Xelatdayînê ya Stêrkên Îxracatê" bê lidarxistin.

Kordînatorê GAÎBê Ehmet Fîkret Kîleciyê ku di daxuyaniyê da cî dan axaftina wî diyar kir ku li Başûrê Rojhilatê îxracat her ku diçe zêde dibe û wiha pêda çû:

"Welêt ber bi hedefên xwe yên îxracatê va diçe û di vî warî da piştgiriya Herêma Başûrê Rojhilatê gelek e. Em jî wek Yekîtiyên Îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji ber ku seba xwe gîhandina hedefên îxracatê bi performanseke baş xebitîn wan fîrmayên serkêş ên îxracatkar yên herêma me xelat dikin û merasimeke xelatdayînê li dar dixin. Em ê di Merasima Xelatdayînê ya Stêrkên Îxracatê ya di 13ê îlonê da xelatên wan pêşkêşî 100 fîrmayên ji yekîtiya me yên ku herî zêde îxracat kirine, bikin. Ez ji dil spasiya hilberînerên me yên ku berhemên xwe pêşkêşî dinyayê kirine dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.