Aborî

ZINDİ- Wezîr Bayraktar: "Îsal li lokasyonên cuda 57 milyon warêl rezerva neftê hatiye tesbîtkirin"

Gülşen Çağatay  | 30.07.2025 - Rojanekırın : 30.07.2025
ZINDİ- Wezîr Bayraktar: "Îsal li lokasyonên cuda 57 milyon warêl rezerva neftê hatiye tesbîtkirin"

Ankara

 Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, li Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê bersiv dide pirsên derbarê rojevê

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Bayraktar ragihand ku îsal li lokasyonên cuda 57 milyon warêl rezerva neftê hatiye tesbîtkirin ku qîmeta wê 4 milyar dolar e.

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Bayraktar diyar kir ku li seranserê Diyarbekirê di navera 4-6 milyon warêlî da potansiyela xaza zinêr û nefta zinêr heye.


Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Bayraktar destnîşan kir sala bê li Behra Reş bi temamkirina faza duyemîn, xaza siruştî ya bê derxistin wê têra 8 milyon xaniyî bike.

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Bayraktar destnîşan kir ku di 2yê Tebaxê da xaza siruştî ya ji Azerbeycanê tê wê ji ser Kilîsê ra derbasî Helebê bibe.

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Bayraktar ragihand ku platforma seravê ya duyemîn ya Tirkiyeyê wê di Kanûna 2027an da ji Rojhilata Dûr ber bi Tirkiyeyê va bi rê bikeve.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.