Xaza erebeyan 16 quriş hat erzankirin. Erzanî bi îro ve dest pê dike.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda, piştî erzaniyê lîtreya xaza erebeyan li Enqereyê ji 3,17 lîreyî daket 3,01 lîreyî, li Stenbolê ji 3,11 lîreyî daket 2,95 lîreyî, li Îzmirê jî ji 3,12 lîreyî daket 2,96 lîreyî.
Bihayê xazê li gor saziyên belavkirinê û bajaran çend quriş diguhere.