Wezîrê Xezîne û Darayiyê Şîmşek: Enflasyon dadikeve û wê daketin berdewam bike
Istanbul
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek destnîşan kir ku ji meha mijdarê pê va, derdora ji sedî 31ê enflasyon daxistine xwarê û ewê muhtemelen sal jî di vê astê da biqede û got, "Enflasyon dadikeve û wê daketin berdewam bike."
Şîmşek di Lûtkeya Halkbank GençÎz'25ê ya ku li Stenbolê hat lidarxistin da axivî.
Şîmşek anî ziman ku Tirkiye di van salên dawî da ji guherîn û veguherîneke mezin ra derbas dibe û ev pêvajo berdewam e û derbarê bernameya kêmkirina enflasyonê ya ku wan bi cih aniye da, agahî dan.
Wezîr Şîmşek got, "Pêşaniya me ya sereke ew e ku em enflasyonê daxin reqemên yekxaneyî. Em vê yekê wekî îstiqrara bihayê bi nav dikin. Disîplîna darayî tê wateya birêvebirina hevsengiya budceyê û veqetandina çavkaniyan ji bo deverên hilberîner bi rêya teserûfa li ser lêçûnên giştî."
Wezîrê Xezîne û Darayî Şîmşek tekezî kir ku enflasyon bi berdewamî dadikeve û got, "Di sala 2022an da li dora ji sedî 64an bû, me sala 2023an li dora ji sedî 64-65an qedand. Me par ew daxist ji sedî 44an û di Mijdara îsal da jî daxist dora ji sedî 31ê. Emê îsal bi îhtimaleke mezin li dora vê astê biqedînin, lê armanca me ya sala bê ew e ku em wê daxin bin ji sedî 20an. Sala bê jî em armanc dikin ku wê daxin hejmarên yekxaneyî."
Şimşek behsa giringiya kêmkirina enflasyonê kir û got:
"Ji bo her kesî giring e ku enflasyon dakeve reqemên yekxaneyî. Daketina enflasyonê di heman demê da tê wateya rawestandina xirabûna belavkirina dahatê. Ji ber ku enflasyon belavkirina dahatê têk dide. Ji ber vê yekê kêmkirina enflasyonê pêşaniya me ya sereke ye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
