Aborî

Wezîrê Ticaretê Bolat: Di meha Cotmehê da me di îxracata mal ya mehane û salane da rekor bi dest xist

Yunus Türk  | 04.11.2025 - Rojanekırın : 05.11.2025
Wezîrê Ticaretê Bolat: Di meha Cotmehê da me di îxracata mal ya mehane û salane da rekor bi dest xist

Istanbul

Wezîrê Ticaretê Bolat: "Di meha Cotmehê da me di îxracata mal ya mehane û salane da rekor bi dest xist"

Wezîrê Ticaretê Omer Bolat diyar kir ku di meha Cotmehê da hem di îxracata mal ya mehane da û hem jî di ya salane da rekor bi dest xistine.

Bolat tevî Serokê Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê Mustafa Gultepe li Navenda Kongreyê ya Lutfî Kirdar reqamên îxracatê yên meha Cotmehê eşkere kir.

Wezîrê Ticaretê Bolat got ku îxracata di meha Cotmehê da ji sedî 2,3 zêde bû û gihîşt 24 milyar dolarî.

Bolat diyar kir ku di meha Cotmehê da hem di îxracata mal ya mehane da û hem jî di ya salane da rekor bi dest xistine.

Wezîrê Ticaretê Bolat got ku di nava 12 mehên dawî da bi 270,2 milyar dolarî di îxcaratê da rekoreke nû bi dest xistine û herî zêde di meha Cotmehê da îxracat çêbûye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın