Aborî

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Uraloglu di weşana taybet ya AAyê da behsa pêvajoya derbasbûna teknolojiya 5Gyê kir

Ekip  | 15.10.2025 - Rojanekırın : 16.10.2025
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Uraloglu di weşana taybet ya AAyê da behsa pêvajoya derbasbûna teknolojiya 5Gyê kir

Ankara

 Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu got: "Di îhaleya 5Gyê da destpêka me wê bibe 2 milyar û 125 milyon dolar."

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu li Saziya Teknolojiyên Agahiyê û Ragihandinê (BTK) beşdarî weşana taybet ya Ajansa Anadoluyê (AA) bû û pirsên der barê pêvajoya derbasbûna teknolojiya 5Gyê da bersivandin.

Wezîr Uraloglu behsa derbasbûna teknolojiya 5Gyê kir û wiha axivî: "Di îhaleya 5Gyê da destpêka me wê bibe 2 milyar û 125 milyon dolar. Em li bendê nînin ku bihayekî ji wê kêmtir bibe, wê ji wê jortir be."

Uraloglu anî ziman kesên ku xwedî teknolojiya 2Gyê ne wê hem telefon û hem jî SIM kartên xwe biguherînin û wiha got: "Qasî 85 milyon aboneyên me yên ku telefonê bi kar tînin hene ku 22 milyon telefonên destan bi 5Gyê ra hemaheng in. Yên ku xwedî 2Gyê ne, wê hem telefon û hem jî SIM kartên xwe biguherînin. Em ê peymanên 2G û 3G yên ku wê di sala 2029an da biqedin, bi îhaleya 5Gyê va bi awayekî otomatîk dirêj bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.