Tora firînê ya Tirkiyeyê derkete 172 welatan
Di navbera Tirkiyeyê û Giravên Solomonê da peymana hewadariyê ya dualî hat îmzekirin, bi vî awayî tora firînê ya Tirkiyeyê derkete 172 welatan

Ankara
Di navbera Tirkiyeyê û Giravên Solomonê da peymana hewadariyê ya dualî hat îmzekirin, bi vî awayî tora firînê ya Tirkiyeyê derkete 172 welatan.
Li gor danezana li ser malpera Midûriyeta Giştî ya Hewadariya Sivîl hat weşandin, Peymana Gihandina Hewadariyê ya Dualî di Lijneya Giştî ya 40î ya Rêxistina Hewadariya Sivîl a Nevneteweyî ya li Montrealê hat lidarxin da bi destê Alî Riza Çolakê Balyoz ê Nûnerê Daîmî yê ICAOyê û Ped Shanel Agovakayê Wezîrê Hewadarî û Ragihandinê yê Giravên Solomonê da hat îmzekirin.
Bi peymanê di hefteyekê da heqê 5 firînên rêwîtiyê û 5 firînên kargoyê yên ji hemû aliyên Tirkiyeyê ber bi hemû aliyên Giravên Solomonê herin hat dayîn.
Bi peymana hat îmzekirin va hejmara welatên Tirkiyeyê pê ra peymana hewadariyê ya dualî îmze kirin derkete 172yan.
Giravên Solomonê li başûrê Okyanusa Mezin, li rojhilatê Papua Gîneya Teze cî digre û dewleta ji goravan pêk tê ye. Mezinahiya erdê welêt bi tevahî 28 hezar û 450 kîlomêtreqere ye û li welêt ji 990î zêdetir girav hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.