Tirkiyeyê îsota hûrkirî îxracî 91 welatan kir
Îsota hûrkirî ku li Tirkiyeyê çêdibe û dikeve nav xurekan, ji 91 welatan ra hat îxrackirin

Şanlıurfa
Îsota hûrkirî ku li Tirkiyeyê çêdibe û dikeve nav xurekan, ji 91 welatan ra hat îxrackirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AA ji daneyên Yekîtiyên Îxracatkarên Başûrê Rojhilata Anadoluyê (GAÎB) dan hev, Tirkiyeyê di sala 2018an da bihayê 5 milyon û 899 hezar dolarî îsotên hûrkirî îxrac kir. Îsal ji meha rêbendanê heta meha îlonê jî bihayê 3 milyon û 943 hezarî dolarî îsotên hûrkirî ji 91 welatan ra hat îxrackirin. Di nav 91 welatan da welatên wek Erebistana Siûdî, Almanya, Qraltiya Yekbûyî, Îtalya, Amerîka, Hollanda, Gîneya Ekvatorê, Tayvan, Ukrayna, Norveç, Kuweyt, Yewnanistan, Etiyopya û Kostarîka jî hene.
Bi 354 hezar tonî va îsota hûrkirî herî zêde ji Erebistana Siûdî ra hat îxrackirin, peyê ra 323 hezar ton îxracî Almanyayê û 142 hezar ton jî îxracî Qraltiya Yekbûyî bû.
Li Tirkiyeyê bajarê ku herî zêde îsota hûrkirî îxrac kir Gazîanteb e. Gazîantebê 381 hezar ton, Îzmirê 188 hezar ton û Hatayê 183 hezar ton îsota hûrkirî îxrac kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.