Seferên balafirê yên AJetê yên di navbera Enqere û Hewlêrê da dest pê dikin

Istanbul
AJetê daxuyand ku seferên balafirê yên ji Enqereyê ji bo Hewlêra bajarê Iraqê yên rasterast wê di 26ê Cotmehê da dest pê bikin.
Li gorî daxuyaniya AJetê, şirketa ku seferên xwe yên ji bo dervayî welêt berfirehtir dike ji paytext Enqereyê bo Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê seferên rasterast dide destpêkirin.
Sefer wê ji Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê ji bo Hewlerê di hefteyê da rojên pêncşem û yekşemê 2 rojan çêbibin.
Bihayê bilêtan ji 79 dolaran dest pê dike ku firotina wan îro dest pê kir.
Di daxuyaniyê da gotinên Midûrê Giştî yê AJetê Kerem Sarp jî hatin parvekirin.
Sarp daxuyand ku ew ê Enqereyê ji gelek bajarên dinyayê va girê bidin û wiha axivî: "Ji 26ê Cotmehê pê va seferên me yên Enqere-Hewlêrê wê di hefteyê da 2 caran çêbibin. Ji niha va li ser xêrê be. Bi zêdekirina seferên nû yên navend Enqereyê va em ê nirxeke navneteweyî li ser potansiyela siruştî, çandî û dîrokî ya herêma xwe zêde bikin û pireyên hewayî yên nû di navbera bajarên dinyayê û paytexta xwe da ava bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.