Li gor daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn, Şîmşek milyarek û 247 milyon û 300 hezar lîreyê ku li gor butçeya desteka çandiniyê ya Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê ku di bernameya adarê de ji bo cotkaran hatibû veqetandin erê kir.
Li gor vî pereyê ku hatiye veqetandin, dê ji bo desteka çandiniyê 832 milyon lire, ji bo ferqa enflasyonê 380 milyon lîre, ji bo desteka heywandariyê 5 milyon 300 hezar lîre, ji bo desteka pêşveçûna gundan jî 30 milyon lîre bê dayîn. Li ser hev dê ji bo desteka çandiniyê milyarek û 247 milyon û 300 hezar lîre pere bê dayîn.