ANKARA
Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek, da zanin ku li nexweşxaneyên zanîngehan yên ku kêmasiya hemşîreyan lê heye dê 2 hezar hemşireyên bipeyman bêne tayînkirin.
Şimşek, da xuyand ku ji bo kalîteya xizmeta nexweşxaneyên zanîngehan were zêdekirin bi Wezareta Tendurustiyê re dixebitin û di çarçoveya qanûna 657an de dê îsal ji bo nexweşxaneyên zanîngehan yên ku kêmasiya hemşîreyan lê heye 2 hezar hemşireyên bipeyman bêne tayînkirin.