Ankara
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di meha mijdarê da mehane ji sedî 0,87, Endeksa Bihayê Hilberînerên Navxweyî (YÎ-UFE) jî ji sedî 0,84 zêde bû. Enflasyona salane di bihayê xerîdaran da ji sedî 31,07 û di bihayê hilberînerên navxweyî da jî ji sedî 27,23 hat qeydkirin.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, tê dîtin ku di meha mijdarê da bihayê xerîdaran ji sedî 35,91, bihayê hilberînerên navxweyî jî ji sedî 25,37 zêde bû.
Di asta mehane da TUFE ji sedî 0,87 û YÎ-UFE jî ji sedî 0,84 zêde bû.
TUFE di meha mijdarê da li gor meha çileya pêşîn a par bû ji sedî 29,74, li gor heman mehê ya par jî bû ji sedî 31,07.
YÎ-UFE jî li gor çileya pêşîn a 2024an bû ji sedî 26,72, li gor mijdara par jî bû ji sedî 27,23.
Piştî eşkerekirina daneyên enflasyonê rêjeya zêdebûna kirêyan jî eşkere bû. Di meha çileya pêşîn da rêjeya zêdebûna kirêyên xanî û kargehan wek ji sedî 35,91 hat diyarkirin.
