Göksel Yıldırım
03 Adar 2022•Rojanekirin: 03 Adar 2022
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di sibatê da mehane ji sedî 4,81 Endeksa Bihayê Hilberînerên Navxweyî (YÎ-UFE) ji sedî 7,22 zêde bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 54,44 di bihayên hilberînerên navxweyî da jî bû ji sedî 105,01.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha çileya paşîn pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 25,98, bihayên hilberînerên navxweyî jî ji sedî 56,83 zêde bû.
TUFEya mehane ji sedî 4,81, YÎ-UFE ji sedî 7,22 zêde bû.
TUFE di sibatê da li gor heman meha par ji sedî 54,44, YÎ-UFE jî ji sedî 105,01 zêde bû.