Protokola Çarçoveya Peymanên Kar ya Giştî ya Kamuyê hat îmzekirin

Ankara
Protokola Çarçoveya Peymanên Kar ya Giştî ya Kamuyê ku di heyama 2025-2026an da mafên malî û civakî yên bi qasî 600 hezar xebatkarên kamuyê destnîşan dike, hat îmzekirin.
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Işikhan li Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî bi Alîkarê Serokê Giştî yê TURK-ÎŞê Ramazan Agar, Eyup Alemdar û Îrfan Kabaloglu, Alîkarê Serokê Giştî yê HAK-ÎŞê Devlet Sert û Halîl Çukutlî û serokên sendîkayên di kamuyê da rêxistinî bûne ra hat bal hev.
Piştî hevdîtina ji çapemeniyê ra girtî bû, Protokola Çarçoveya Peymanên Kar ya Giştî ya Kamuyê ku di heyama 2025-2026an da mafên malî û civakî yên bi qasî 600 hezar xebatkarên kamuyê destnîşan dike, hat îmzekirin.
Hûrgiliyên Protokola Çarçoveya Peymanên Kar ya Giştî ya Kamuyê wê di nava rojê da bên eşkerekirin.
-Wezîrê Ticaretê Bolat: "Me di dîroka xwe da rekora herî bilind îxracata meha Tîrmehê bi dest xist"
Wezîrê Ticaretê Omer Bolat, "Me di dîroka xwe da rekora herî bilind ya îxracata mal ya mehane di meha Tîrmehê da bi dest xist. Ev di dîroka me da rekora herî bilind ya Tîrmehê ye."
Bolat li Salona Konferansê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Samsunê tevî Serokê Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê Mustafa Gultepe di daxuyaniya çapemeniyê da axivî û îxracata di meha Tîrmehê da aşkere kir.
Wezîrê Ticaretê Omer Bolat der barê îxracata di meha Tîrmehê da got, "Me di dîroka xwe da rekora herî bilind ya îxracata mal ya mehane di meha Tîrmehê da bi dest xist. Ev di dîroka me da rekora herî bilind ya Tîrmehê ye."
Bolat diyar kir îxracata herî bilind ya mehane ya di Tîrmehê da 25 milyar dolar e û got ku ev li gorî heman heyama sala par teqabilî zêdebûneke ji sedî 11an dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.