Nifûsa Tirkiyeyê ji 1ê Tîrmehê pê va ji 85 milyon û 824 hezarî derbas bû

Ankara
Nifûsa Tirkiyeyê ji 1ê Tîrmehê pê va bû 85 milyon û 824 hezar û 854.
Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên nifûsê yên heyamî yên ji bo sê mehan ên ku cara ewil hatin amadekirin, weşand.
Li gorî vê, nifûsa welêt a di dawiya sala 2024an de 85 milyon û 664 hezar û 944 bû, di şeş mehên ewil ên vê salê da 159 hezar û 910 kes zêde bû.
Bi vî awayî, nifûsa welêt ji 1ê Tîrmehê pê va gihîşt 85 milyon û 824 hezar û 854 kesan.
Rêjeya nifûsa mêran ji sedî 50.01 (42 milyon û 923 hezar û 584 kes) û rêjeya nifûsa jinan jî ji sedî 49.99 (42 milyon û 901 hezar û 270 kes) hat qeydkirin.