Aborî

Mehaneya kêmtirîn ji bo sala 2026an bû net 28 hezar û 75 lire

Özcan Yıldırım  | 24.12.2025 - Rojanekırın : 24.12.2025
Mehaneya kêmtirîn ji bo sala 2026an bû net 28 hezar û 75 lire

Ankara

 Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Işikhan da zanîn ku mehaneya kêmtirîn ji bo sala 2026an wek net 28 hezar û 75 lire hat tesbîtkirin.

Civîna sêyemîn a Komîsyona Tesbîtkirina Mehaneya Kêmtirîn ya di çarçoveya xebatên tesbîtkirina mehaneya kêmtirîn ya ku dê di sala 2026an da derbasdar be hat kirin, qediya.

Wezîr Işikhan biryara Komîsyona Tesbîtkirina Mehaneya Kêmtirîn bi beşdariya heyetên hikûmet û karsazan va di civîna li Wezaretê li dar xist da eşkere kir.

Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Işikhan da zanîn ku mehaneya kêmtirîn ji bo sala 2026an wek net 28 hezar û 75 lire hat tesbîtkirin û wiha axivî:

"Ez dixwazim car din destnîşan bikim ku em li pey wê soza xwe ne ku dê bi mehaneya nû ra nehêlin ku xebatkarên me hember enflasyonê têk biçin. Dewleta me bi hemû sazî û dezgehên xwe va dê ji niha pê va jî li ba karker, karsaz û welatiyên xwe bin. Em ê piştgiriya mehaneya kêmtirîn ya ku par 1.000 lire bû sala pêş me dê wek 1.270 lire bidomînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.