Li Wanê îsal 2 hezar dayik bûn mêvanê "Otêla Dayikan"
Van
Otêla Dayikan a ku di bin banê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê da dixebite, di salekê da mazûvaniya 2 hezar dayikan kir.
Otêla Dayikan, bi taybetî li wargehên ku di mehên zivistanê da dibe ku xetere derkevin holê û rê ji ber berfê werin girtin, xizmetê dide jinên ducanî û dayikên ku zarokên wan têne dermankirin.
Otêla ku xwedî qebareya wê 50 nivîn e û ji holeke xwarinê, odeyên bêhnvedanê û odeyên şîrdanê pêk tê, îsal mazûvaniya 2 hezar dayikan kir.
Serbijîşkê Nexweşxaneyê Doç. Dr. Remzî Sarikaya ji rojnamevanan ra anî ziman ku Otêla Dayikan sala 2018an ji aliyê Wezareta Tenduristiyê va vebûye.
Sarikaya diyar kir ku dayikên ku pitikên wan ji ber nexweşiyên piştî welidînê di bin çavdêriya giran da ne jî dikarin li otêlê bimînin û wiha lê zêde kir:
"Ji bo dayikên ku di dema ducaniyê da zehmetiyan dikişînin otêlek hatiye avakirin. Bajarê me li ser qadeke erdnîgarî ya fireh belav bûye. Bi mazûvaniya dayikên ji deverên dûr tên, em rîskê kêm dikin. Em li vir jîngeh bi konfor diafirînin. Em dayikên nû li otêla xwe bi cih dikin, hemî hewcedariyên wan pêk tînin da ku ew bikaribin bi rehetî şîr bidin û bi pitikên xwe ra têkiliyê daynin. Di heman demê da, karmendên me perwerdehiyê didin dayikan."
Dayik Îkra Çakir a ku li otêlê dimîne got, "Min 10 roj berê zarok anî dinyayê. Zaroka min pêşwext ji dayik bû û di kuvozê da ma. Ew pêvajo hê jî berdewam e. Ez li Otêla Dayikan dimînim. Karmend bi me ra eleqedar in, em kêfxweş in. Spas ji her kesî ra."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
