Aborî

Li Tirkiyeyê di sala 2024an da kesê ku herî zêde bac daye Selçuk Bayraktar e

Göksel Yıldırım, Hülya Ömür Uylaş, Zeynep Duyar  | 20.08.2025 - Rojanekırın : 21.08.2025
Li Tirkiyeyê di sala 2024an da kesê ku herî zêde bac daye Selçuk Bayraktar e

Ankara

 Li Tirkiyeyê di sala 2024an da kesê ku herî zêde baca qezencê daye, bi qezenca îxracatê Serokê Lijneya Rêvebiriya Baykarê Selçuk Bayraktar e.

Serokatiya Îdareya Dahatê daneyên mikelefên bacê ya sala 2024an eşkere kir.

Serokê Lijneya Rêvebiriya Baykarê Selçuk Bayraktar di lîsteyê da di rêza ewil da cî girt.

Li gor daneyan Selçuk Bayraktar di sala 2024an da 2 milyar û 767 milyon û 587 hezar lire bac daye û di rêza ewil da ye û Haluk Bayraktar jî bi 2 milyar û 528 milyon û 619 hezarî di rêza duyemîn da ye.

Ji hêla din va kesên ku di serdema bacê ya 2024an da di rêza 3, 5, 6, 7, 8 û 9an da herî zêde beyannameya baca dahatê dane nexwestin navê wan bê eşkerekirin.

Serokê Rûmetê yê Koç Holdingê Mustafa Rahmî Koç bi berhevkirina bacê ya 757 milyon û 755 hezar lireyî va di rêza 4an da û Serokê Rûmetê yê Ronesans Holdingê Erman Ilicak bi berhevkirina bacê ya 372 milyon û 720 hezar lireyî va di rêza 10an de cih girt.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın