Li Agiriyê hilkirina kartolên binefşî dest pê kir
Ağrı
Li Patnosa navçeya Agiriyê hilkirina kartolên binefşî ku par cara yekê hatin çandin û îsal ber da, dest pê kir.
Li gundê Hesentewlê kartolên binefşî yên ku cara pêşîn par li qadeke bi qasî 7 deqaran hatin çandin û ber dan, îsal qada wan a çandinê zêde bû.
Kartolên binefşî yên ku îsal li gundên Hesentewlê û Pîrêmêrê li nav qadeke bi qasî 40 deqarî hatin çandin, di van rojan da bi xebata traktor û karkeran tên hilkirin û kartolan dixin çewalan.
Cotkar beriya ku berf bibare dilezînin ku hilkirina kartolan biqedînin.
Ji cotkaran Mehmet Şah Evliyaoglu ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku bi pêşîkêşiya Cengiz Evliyaoglu dest bi hilberîna kartolên binefşî kirine.
Evliyaoglu diyar kir ku kartolên binefşî antîoksîdan in û nirxa xurekî ya bilind dihewînin û got, "Bi qasî ku ez dizanim, ev 4-5 sal in li welatê me kartolên binefşî tê çandin. Em dixwazin vê çandiniyê berfireh bikin û bi awayekî berfirehtir biçînin. Em dixwazin çandiniya xwe pircure bikin. Ceh, genim û nefel bi gelemperî li herêma me têne çandin. Me giringî nedaye çandiniyên din."
Evliyaoglu tekez kir ku berê îsal baş bû lê ew zehmetiyê dikişînin ku qadeke bazarê bibînin.
Murat Ozgoren destnîşan kir ku şert û mercên avûhewayê yên herêmê dijwar in û ew dixwazin beriya berfê hilkirinê temam bikin û got, "Em kartolên binefşî hildiberînin. Niha demsala hilkirinê ye û em pir mijûl in. Em dixwazin di hilberîna kartolên binefşî da bibin mînak û cotkarên din jî teşwîq bikin da ku wan biçînin. Em bi hêvî ne ku demsaleke bi bereket derbas bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
