Aborî

Komîsyona Tesbîtkirina Mehaneya Herî Kêm dê di 12ê kanûnê da civîna xwe ya ewil bike

Özcan Yıldırım  | 04.12.2025 - Rojanekırın : 05.12.2025
Komîsyona Tesbîtkirina Mehaneya Herî Kêm dê di 12ê kanûnê da civîna xwe ya ewil bike

Ankara

 Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî ji bo tesbîtkirina reqamê mehaneya kêmtirîn a dê di sala 2026an da derbasdar bibe aliyên karker û karsazan vexwend ku di 12ê kanûna pêşîn da civînê bikin.

Pêvajoya tesbîtkirina reqamê mehaneya herî kêm a nû ya Komîsyona Tesbîtkirina Mehaneya Kêmtirîn a ku ji nûnerên karker, karsaz û hikûmetê pêk tê dest pê kir.

Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî bangî TURK-Îşê ku di komîsyonê da aliyê karkeran temsîl dike ê Konfederasyona Sendîkayên Karsazan a Tirkiyeyê (TÎSK) ya ku aliyê karsazan temsîl dike kir ku di 12ê kanûnê di saet 14.00an da bicivin.

Civîn dê bi mazûvaniya wezaretê bê kirin.

- Mehayena herî kêm niha net 22 hezar û 104 lire ye

Mehaneya herî kêm hê jî ji bo karkerekî brut 26 hezar û 5 lire û 50 qurîş, dema jêbirîn tên daxistin net 22 hezar û 104 lire û 67 qurîş e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.