Ji mişmişê hişkkirî yê Meletiyê 377,4 milyon dolar dahat hat bidestxistin
Ramazan Ozcanê Serokê Borseya Bazirganiya Meletiyê: "Heger em bandora şexteya ziraî bidin ber çavan, li gorî me reqamên îxracatê baş û asayî ne"

Malatya
Li Meletiyê di sezona îxracata mişmişên hişkkirî da bi beramberî 74 hezar û 774 ton mişmişê hişkkirî 377,4 milyon dolar dahat hat bidestxistin.
Ramazan Ozcanê Serokê Borseya Bazirganiya Meletiyê di civîna çapemeniyê da ya ku der heqê sezona îxracatê ya di navbera 1ê Tebaxa 2024an-31ê Tîrmeha 2025an da li dar xist, diyar kir ku ji ber şexteya ziraî ya ku di 12ê Nîsanê da çêbû, di bihayê mişmişên hişkkirî da guherînên tund çêbûn.
Ozcan bal kişand ku ji meha nîsanê û vir va di miqdarê îxracatê da kêmbûneke bi awayekî peryodîk heye û wiha dewam kir, "Lê heger em bandora şexteya ziraî bidin ber çavan, li gorî me reqamên îxracatê baş û asayî ne. Di sezona îxracatê ya di navbera 1ê Tebaxa 2024an-31ê Tîrmeha 2025an da me bi beramberî 74 hezar û 774 ton mişmişê hişkkirî 377,4 milyon dolar dahat bi dest xist."
- Îxracat 8 hezar ton zêde bû
Ozcan diyar kir ku di sezona çûyî da derdora 66 hezar tonî îxracat hat kirin û wiha dewam kir, "Me bi rastî li gorî sezona çûyî miqdara îxracata xwe 8 hezar ton zêde kiriye. Lêbelê ji ber kêmbûna îxracata ji nîsanê û vir va em ji hedefa xwe ya îxracata 100 hezar tonî bi dûr ketin."
Ozcan her wiha destnîşan kir ku Tirkiye ji îxracata fêkiyên hişkkirî qedera 2 milyar dolarî dahatê bi dest dixe û derdora ji sedî 25ê vê jî ji îxracata mişmişan pêk tê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.