Jîm Skeayê Serokê Panêla Guherîna Av û Hewayê ya Navbera Hikûmetan da ji AAyê ra axivî
"Gelekî mimkûn e ku em heta 2030î bibînin u zêdebûna germahiyê ya gerdûnê di hin salan da 1,5 pileyê derbas bibe"

London, City of
Jîm Skeayê Serokê Panêla Guherîna Av û Hewayê ya Navbera Hikûmetan da (IPCC) yê ku şaxa zanista av û hewayê ya herî tekûz a dinyayê da got ku "Gelekî mimkûn e ku em heta 2030î bibînin u zêdebûna germahiyê ya gerdûnê di hin salan da 1,5 pileyê derbas bibe. Sal bi sal dê guherîn çêbe."
Skea piştî ku di 26ê tîrmehê da ji bo serokatiya IPCCyê hat hilbijartin der barê bandorên zêdebûne yên germbûna gerdûnî û tevdîrên ku divê heta 2030î ya ku wekî "hember guherîna av û hewayê heyama aksiyonê" tê binavkirin da daxuyanî dan nûçegihanê AAyê.
Skea bhes kir ku IPCC zêdebûna germbûna gerdûnî nîvendî ji saer maweya 20 salî dinirxîne û got ku dibe ku zêdebûna germahiyê hin salan ji 1,5 pileyê derbas bibe.
Skea qal kir pêş dibînin ku li gor nîvendiya maweya dirêj di serê salên 2030î da zêdebûna germahiya gerdûnî bigihêje 1,5 pileyê û got ku "Gelekî mimkûn e ku em heta 2030î bibînin u zêdebûna germahiyê ya gerdûnê di hin salan da 1,5 pileyê derbas bibe. Sal bi sal dê guherîn çêbe."
Skea hişyariya sotemeniyên fosîl li hikûmetan kir û wiha axivî: "Niha gelek hikûmet sedemên wekî ewlehiya vejenê diajon pêş û veberhênanên xwe (yên ji bo sotemeniya fosîl) didomînin. Lêbelê heke em germbûna gerdûnî bi 1,5 pileyê yan jî bi 2 pileyê sînordar bikin, divê ev rezerv neyên şewitandin û di bin erdê da bimînin"
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.