Hondayê motosîkleta xwe ya 500 milyonem hilberand

Istanbul
Hondayê ragihand ku li ser asta cihanê hilberîna wan a motosîkletan gihîşt 500 milyon ededî.
Li gorî daxuyaniya şîrketê, Hondayê di 76em salvegera rêzehilberîna motosîkletan da, ku di sala 1949an da bi modêla "Dream D-Typeê" dest pê kiribû, pêngaveke girîng li dû xwe hişt.
Hondaya ku bi modêlên "Activa" û "Super Cub"ê va motosîkleta 100 milyonem, bi modêla "Gold Wing"ê va jî motosîkleta 300 milyonem hilberand, bi modêla xwe ya Activayê va ya di fabrîqeya li eyaleta Gujaratê ya Hindistanê da hilberand, motosîkleta xwe ya 500 milyonem tomar kir.
Toshihiro Mibeê Serokê Honda Motorê di daxuyaniya xwe da wiha got, "Digel mişteriyên me, ji sêwirînê heya hilberînê ji firotinê heya servîsê ez sipasiya wan hemû kesan dikim ku di vê qonaxa ku em gihîştinê da xwedan ked in."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.