Aborî

Gulberoşkên ku bi piştgiriya dewletê li Qersê hate çandin cotkaran dilxweş kir

Cüneyt Çelik  | 17.10.2025 - Rojanekırın : 21.10.2025
Gulberoşkên ku bi piştgiriya dewletê li Qersê hate çandin cotkaran dilxweş kir Cüneyt Çelik

Kars

 Gulberojên rûn yên ku bi saya piştgiriya tov ya ji hêla Wezareta Çandinî û Daristanan va hat dayîn, li gorî sala borî qada çandiniya wê ji sedî 50 zêde bû û vê yekê hilberînerên gulberojan kêfxweş kir.

Her çiqas cotkar ji ber avûhewaya dijwar di warê reşandina gulberojan da dudil bûn jî piştî berhemên baş yên sala borî û piştgiriya zêde, eleqeya ji bo wan zêde bû.

Îsal gulberojên rûn li Deşta Qersê li ser hezar donim erd hatin çandin û bi piştgiriya hikûmetê qadeke berfireh dagirtiye.

Berhema bilind ya tovên gulberojê yên hatine berhevkirin, rûyê hilberîneran kenand.

Tê payîn ku li seranserê bajêr bi qasî 850 ton gulberoj were berhevkirin.

Rêvebirê Çandinî û Daristanê yê Qersê Enver Aydin ji nûçegihanê AAyê ra got ku Qers xwedî axeke adan e.

Aydin diyar kir ku îsal li Qersê li ser nêzîkî 3 hezar dekar erdî gulberoj hatine çandin.

Kezban Ercana ji cotkarên ku ji bo gulberojên rûn piştgirî wergirtiye, got ku berhemên wan baş in û ew ê sala bê qadên çandina xwe berfireh bikin.

Hakan Ercanê cotkarê li gundê Çaybaşiyê jî destnîşan kir ku wan bi saya piştgiriya hibeyê ya ji sedî 75an ya dewletê berhemeke baş bi dest xistiye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın