Aborî

Geştên AJetê yên Stenbol-Silêmaniyê dest pê kirin

Gökhan Yılmaz  | 03.12.2025 - Rojanekırın : 04.12.2025
Geştên AJetê yên Stenbol-Silêmaniyê dest pê kirin

Istanbul

AJetê ji Stenbolê bo Silêmaniyeya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê geşta xwe ya ewil kir.

Li gorî daxuyaniya AJetê, li Iraqê piştî Bexda û Hewlêrê Silêmanî bû rotaya sêyem a şirketê.

Geşta ewil a ji Balafirgeha Sabiha Gokçen a Stenbolê bo Silêmaniyê duh pêk hat. Piştî geşta ku 2 saet û 25 deqîqe ajot, balafir li Silêmaniyê wekî edetên hewageriyê bi taqa avê hat pêşwazîkirin.

Rêveberiya payebilind a AJet û balafirgehê beşdarî merasima pêşwazîkirinê ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê bûn.

Geştên ji Stenbolê bo Silêmaniyê dê di hefteyê da çar rojan ku ew jî sêşem, çarşem, şemî û yekşem in, bên kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.