Nihat Kavşut
16 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2020
Serokê Bankeya Navnedî ya Komara Tirkiyeyê Nacî Agbal, "Divê pêkanîna îstiqrara bihayan armanca me ya hevbeş be. Wek Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê em ji dil ji vê armancê bawer dikin û biryadar in ku enflasyonê daxin."
Agbal di civîna nasandina "Polîtîkaya Kur û Pere ya Sala 2021an" da axivî ku onlîne hat lidarxistin.
Serokê Bankeya Navnedî ya Komara Tirkiyeyê Agbal diyar kir îstiqrara bihayan şertê ewil yê pêşketina domdar, îstixdam û refaha civakî ye û wiha got: "Divê pêkanîna îstiqrara bihayan armanca me ya hevbeş be. Wek Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê em ji dil ji vê armancê bawer dikin û biryadar in ku enflasyonê daxin."
Agbal destnîşan kir ji bona bigihêjin armancên xwe li gor şert û mercan wê giraniyê bidin ser helwesta xwe ya polîtîkayê û got ku Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê ji bona destnîşankirina ast û rewşa kuran dê dovîzan nekire û nefiroşe.
Nacî Agbal diyar kir polîtîkaya pere di sala 2021ê da dê sade û eşkere bê destnîşankirin û sepandin û wiha axivî: "Rejima kurên pêlî wê bidome û li gor şertên piseya serbest ya kuran bi hevsenga daxwaz û pêşkêşkirinê destnîşan bibe. Hedefeke nomînal yan jî reel ya Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê tuneye."
Serokê Bankeya Navnedî ya Komara Tirkiyeyê Agbal destnîşan kir ji bona wan girîng e ku der barê maliyetên enflasyonê yên li ser aborî û welatê wan da hişyarî çêbe û hemû teref xwedî li hedefên enflasyonê derkevin û got ku ji bona dawiya sala 2021an hedefa me ya enflasyonê ji sedî 9,4 e ku ev di heman demê da hedefeke navîn e.
Agbal destnîşan kir ku girêdayî hedefa enflasyonê ya ji sedî 5 in ku bi hikûmetê ra hatiye destnîşankirin û got ku ji bona vê hedefê heya sala 2023yan em ê hemû derfetên bankeya navendî bi biryadarî biemilînin û hewl bidin.